Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Beriya 28 salan îro Olof Palme hate kuştin

Hat weşandin fredag 28 februari 2014 kl 12.49
Olof Palme sala 1986an li ser rêya Sveavägen a li Stockholmê hate kuştin. Wêne: SR

Sala 1986an ango berî 28 salan îro serokwezîrê Swêdê Olof Palme li ser rêya Sveavägen li Stockholmê hate kuştin. Kujerê Olof Palme hê jî ne diyar e.

Çar karmendên Daîreya Krîmînelan ya giştî îro ji seat 8ê sibehê heta 10ê êvarê li ser telefonê disekinin. Ew dixwazin bi vê rêyê agahiyê ji gel bigirin.

Di halê hazir de belgeyên li ser lêpirsîna kuştina Palme nêzîkî 250 metreyî dirêj bûne. Herwiha zêdetirî 130 şikayet û îtîraf hatine kirin, lê hemû  derew derketine. Rojnameya Svenska Dagbladet dibêje dibe ku lêpirsîna kuştina Palme lêpirsîna herî mezin a cîhanê be.

Lêpirsîner îro hevî dikin ku agahiyên nû werbigirin. Heman karê telefonê sala buhurî hatibû kirin û nêzîkî 300 kesî agahî teslîm kiribûn. Lê hê ne diyar e, eger van agahiyan alîkariya lêpirsînê kiriye an na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".