Kent Ekeroth. Wêne: Anders Wiklund/Scanpix

Ekeroth dozê li rojnameyan vedike

Ji Partiya Demokratên Swêdê Kent Ekeroth dozê li dijî rojnameya Göteborgs-Posten vedike. Ew ji ber ku rojnameyê wêne û vîdeoyên wî weşandine daxwaza 20 800 kronî dike.

Ekeroth bi du siyasetmedarên din ên Demokratên Swêdê re meha 11emîn a sala 2012an li Stockholmê bi boriyeke hesinî heqaret û êrîşî çend kesan kiribûn. Yek ji kesên ku tûşî êrîşa wan hatibû komedyenê kurd Soran Îsmaîl bû.

Kent Ekeroth ev heqaret û erîş hemû bi telefona xwe ya destan qeyd kiribû û vîdeoyên ku rojnameya Göteborgs-Postenê belav kiribûn ji qeydên telefona wî bûn. Gelek rojnameyên din jî paşî ev vîdeo bi kar anîn. Ekeroth ji ber vê belavkirina bêizn doza perayan ji rojnameyan dike.

Rojnameya Sydsvenskan ji vêga ve 3 000 kron dane Ekeroth ku ji bo sûcên bikaranînên bêizn hejmareke standard e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".