Check-ina balafira Sharm el-Sheikhê ya roja yekşemê li Arlanda. Wêne: Bertil Ericson/SCANPIX.

Wezareta karûbarên derve: Neçine bakurê Misrê!

Şirketên seyahetê yên almanî tûrîstên xwe yên li bajarê Sharm el-Sheikhê yê li Misrê vegerandine malê. Sedema vê yekê tehlûkeya êrîşên terorîstî ye û Wezarata karûbarên derve ya almanî ragihandiye ku divê tu kes neçe nîvgirava Sînayê ya li Misrê.

Lê dîsa jî tûrîstên swêdî li vî cihî dimînin. Wezareta karûbarên derve ya swêdî radigihîne ku divê hevwelatiyên swêdî qet neçine Bakurê Sînayê. Lê ev bang ji bo bajarên tûrîstan ên dora Deryaya Sor nayê kirin.

Heftiya buhurî şirketên swêdî nêzîkê hezar û dused tûrîst biribûne Misrê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".