Jin bi piranî ji ber psîkolojiya nebaş iznê distînin. Wêne: Jonas Ekströmer / TT

Nexweşnivîsandinên demên kurt zêde bûne

Ji payîza 2010an ve hejmara  nexweşnivîsandinên demên kurt zêde bûye û vêga 40 000 kes bi izna nexweşiya demdirêj li malê ne. Eger nexweşiya karmend heta 2 heftiyan be ew dikare ji kardêr meaş bistîne, lê di demên dirêj de Daîreya sîgorteyê pereyan dide.

Jinên ciwan ku ji ber nexweşiyên psîkolojîk izn standine beşeke mezin a vê zêdebûne çêdikin. Di eslê xwe de li gorî salên 2003 û 2004an izna nexweşiyê gelekî kêm bûye û ev hejmara karmendên nexweş ên li Swêdê li gorî welatên yekîtiya Ewrûpayê gelekî nizm e. Lê dîsa jî izna nexweşiyên demkurt ji sedî 40 zêde bûye.

Karmendên Wezareta karûbarên civakî bawer dikin ku sedem guhertina sîstema teqawîtbûnê û zehmetbûna dana pereyên nexweşiyê ne. Li gorî wan kesên ku kar dikin  jî zêde bûne û ev dike ku pirrtir kes daxilî sîgorteya nexweşiyê dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".