Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Pîrikên Akademiska dev ji kar berdidin

Hat weşandin fredag 28 februari 2014 kl 16.21
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Pîrikên ku li nexweşxaneya Uppsalayê ya Akademiska kar dikin dev ji karê xwe berdidin. Heta niha 28 pîrikan dev ji kar berdane û dibe ku ev hejmar zêde bibe.

Sedema vê yekê meaşên nizm in. Pîrikan xwestiye ku meaşê wan zêde bibe, lê rêveberiya nexweşxaneyê ev yek red kiriye. Nêzîkî 100 pîrikan bi hev re nameyeke protestoyê nivîsîne û teslîmî rêveberiyê kirine.

Midûrê wekîl ê nexweşxaneyê naxwaze tu şîroveyan li ser vê bûyerê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".