Vidar Helgesen niha wezîrê Norvêcê yê Ewrûpa ye. Foto: NTB/TT

Şefê Idea deynê xaniyê xwe jî ji pereyên xêrxwaziyê girtiye

Kevneserokê rêxistina xêrxwaziyê Idea mehê 120 000 kron safî meaş distand û di ser vê re jî 15 000 deynê xaniyê wî ji pereyên xêrxwaziyê dihate dayin.

Şefê rêxistina xêrxwaziyê Idea, Vidar Helgesen deynê xaniyê xwe bi pereyên alîkariyê daye. Vê agahiyê kovara Sida Omvärlden eşkere dike.

Vidar Helgesten yê bi eslê xwe norvêcî heta sala 2012ê mehê 120 000 kron meaş distand bê ku pêwist be ew bacê ji wan pereyan bide. Wek din tezmînata xaniyê wî jî ji aliyê Idea ve dihate dayin. Lê di ser vê hemûyî re mehê 15 000 kron heqê fayîz û deynê bankê jî ji aliye Idea ve hatiye dayin.

Idea rêxistineke nîvresmî ye û amanca wê ew e ku destekê bide pêşvebirina demokrasiya navnetewî. Dewletê Swêdê salê 64 milyon kron alîkarî dide Idea.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".