Åsa Romson, Miljöpartiet. Foto: Lars-Gunnar Olsson/Sveriges Radio.

Partiya Jîngehê xwe ber bi YE didiyê

Rêvebiriya Partiya Jîngehê beyana xwe ya hilbijartinên YE diyar kir. Beyana ku ji aliyê 1 600 endamên partiyê ve hate hilbijartin bi çavekî erênîtir li YE dinêre. Wek nimûne partî niha dixwaze ku ne dewletên endamên YE lê yekîtî bi xwe biryarê bide bê pereyên ku ji baca veguhastina fînansê tên çawa bêne bi kar anîn. Pêşniyazeke din ku partî li ser li hev hat ew e ku YE tedbîrên bihêztir li hemberî dewletên ku mafê mirovan binpê dikin bi kar bîne.

Partiya Jîngehê li dijî YE ya ser dewletan re ye, lê bi nêrîna berdevka partiyê Åsa Romson tu dijberî di navbera van pêşniyazan û siyaseta partiyê de nînin:

–  Derheqê hevkariya ser dewletan re xeta me keskan zelal e. Xebata li dijî guhertina şertên avûhewayê û siyaseta mafê mirovan ser tixûban re ye. Li ser van pirsgirêkan em gişt hêzên niyazbaş divê milê xwe bidine hev û di qada navnetewî û YE de hevkariyeke eşkere bikin.

Lewra dibêje Åsa Romson digel van biryarên nû yên partiyê jî ev nayê wê wateyê ku partî xeta xwe diguhere:

– Bi min gotûbêja swêdî bêhtir nêzîkê xeta me ya praktîkî bûye. Divê em di nav YE de pirsgirêkên xwe yên hevbeş çareser bikin. Lê pêwist e em di heman demê de destekê bidine hev û pirsgirêkên nêzîkê xwe ku em dikarin li vira çareyekê ji wan re peyda bikin li vira biryarên wan bistînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".