Ferqa navbera blokan mezin dibe

Ferqa navbera blokên siyasî her ku diçe zêdetir dibe û pîvanên dawî nîşan didin ku ferq ji 2008ê ve ewqas mezin nebûbû.

Lêkolîna hilbijêran ya raya giştî ku Novus kiriye nîşan dide ku rayên Sosyaldemokrat, Partiya Çep û Partiya Jîngehê tev de ji %15 ji partiyên hikûmetê zêdetir in.

Li gor vê lêkolîna dawî hem Partiya Xiristiyanên Demokrat hem jî Partiya Navendê dê nikaribin benda hilbijartinê ya ji %4 derbas bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".