Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Foto: Ulf Palm/TT

Di Vasaloppet de norvêcî bi ser ketin

Di pêşbirka palikan ya Vasaloppet ya îsal de norvêcî ji du hêlan ve bi ser ketin.

Di nav mêran de hem zêr hem jî zîv çû ji du sporvanên norvêcî re John Kristian Dahl û Johan Kjölstad re. Swêdiyê herî serkeftî Jörgen Brink hate rêza sêyem.

Di nav jinan de jî zêr çû ji norvêciya bi navê Laila Kveli re û zîv giha Britta Johansson ya swêdî.

Ji ber hewa nerm pêşbirka îsal dijwar bû û ji berê zêdetir wext girt. Yên herî serkeftî di çar saet û 15 deqîqeyan de 90 kîlometreyên navbera Sälen û Mora bi palikan çûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".