Carl Bildt: Rûsya êrîşkariyê dike!

Vê sibê nûçe belavbûn ku serokkomarê Rûsya Putin ferman daye leşkerên rûsî yên li tixûbê Ukrayna ku paşde vekişin, lê piştre hin nûçeyên dijber jî hatine bihîstin ku berevajî gotina Putin leşkerên nû hatine şandin.  

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bild nexwest li ser van dengûbasan tiştekî bibêje, bes ew kiryarên Rûsya yên li girava Krimê wek êrîşkarî bi nav dike.

– Tişta ku Rûsya li hemberî Ukrayna dike êrîşkarî ye, em li ser vêya yekfikir in. Ev bi dehsalan e ku me li parzemîna xwe pêwist nedîtiye ku uslûbekî wiha hişk bi kar bînin û ev cidiyeta krîza em di nav de ne nîşan dide. Em hewl didin peyamên xurt bidine Rûsya da ku gavên zêdetir neavêje.

Bi munasebeta pêşketinên li Ukrayna duh YE Rûsya şermezar kir lê di nav yekîtiyê de Almanya û Fransa xwedanê helwesteke nermtir bûn. Îro jî hevkariya leşkerî NATO ji ber bûyerên li rojhilatê Ewrûpayê li hev dicive.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".