Hikûmet kirîna balafirên şer dipejirîne

Kanala SVT eşkere dike ku hikûmetê biryar daye ku bazara kirîna 60 balafirên şer Jas Gripen pêk bîne.  Li gorî kanalê Sosyaldemokrat jî piştgiriya bazarê dikin. Lê Partiya Çep û ya Jîngehê li dijî kirîna balafirên şer in.

Wezîra parastinê Karin Enström dibêje li gor nirxandina Hêzên Parastinê ev balafir ji bo pêşvexistina şiyana operatîv a artêşa Swêdê pêwîst in û hikûmet jî baweriya xwe bi vê nirxandinê tîne.

Karin Enström dibêje ev bazar  ji bo ewlehî û şiyana me ya parastinê ya di pêşerojê de ye û diyar dike ku divê kapasîteya artêş a parastinê di berdewamiyê de jî were bi hêz bikin.

Enström diyar dike ku bûyerên li Ukraynayê jî nîşan daye ku pêdiviya Swêdê bi balafirên şer ên nû heye.