Siya Şengalê ya li ser hilbijartinên Swêdê

25 min

Digel pirsên girîng yên Swêdê bûyerên dawî yên li Kurdistanê jî tesîra xwe daye kampanya hilbijartinê û di nav civaka kurd ya Swêd de pirsên din gişt mane di bin siya gotûbêjên Şengalê de. Ev mijara bernameya taybet ya ku ji Malmö hatiye amadekirin e.

Kampanya û gotûbêjên germ yên hilbijartinê zûde dest pê kirine; afîşên siyasetmedaran daleqandîne, li meydanên bajaran xanîk hatine danîn, giraniya medyayê pirsên siyasî yên hilbijartinê ne.

Lê di nav civaka kurd de pirsên siyasî yên li Swêdê weke bazara kar, xwendin, tendurustî, jîngeh, peydakirina xaniyan hwd mane di bin siya gotûbêjên Şengalê de. Aloziya li cîhanê û bi taybetî Rojhilata Navîn bûye herwiha pirsa ewlekariya Swêdê. Ev pirs piştî êrîşa Dewleta Islamî Daişê ya li ser herêma Şengalê û derbederbûna nexasim kurdên êzidî derketiye holê.

Mêvanên bernameya ku vê babetê gotûbêj dikin ev in:

  • Sekreterê Federasyona Komeleyên Êzidî li Swêdê Ilyas Silêman
  • Xwendekara Mafê Mirovan li Zanîngeha Malmö Pirşeng Silêman
  • Rojnamevan û şîrovegerê siyasî Hîşam Akreyî

Ji bo guhdariya li hevpeyvînan li rapora dengî guhdarî bike!