Demokratên Swêdê dixwazin koça penaberan bi temamî bidine rawestandin

Demokratên Swêdê ji xeynî kontenjanên biryardayî dixwaze hatina hemû penaberan a ji bo Swêdê bide sekinandin. Daxwaza wan dişibe biryara Lucia ku berî 25 salan hatibû bi cih anîn û wê demê jî ji xeynî kantenjanan hatina penaberan ji bo demekê hatibû sekinandin.

Ji ber ku qaîdeyên navneteweyî girtina gelek komên penaberan mecbûr dike. Eger ev were pêk anîn dîsa jî dê tesîreke kêm li rewşê bike. Ji 20 hezarên ku li Swêdê penaberî girtine tenê 300 dê karîbane werine sekinandin.