Malmö FF di Lîga Şampiyonan de kete grûpa tîmên jêhatî

Tîma Fûtbolê Malmö FF doh bihîst ka ew ê di Lîga Şampiyonan de li hember kîjan tîman bilîze. Li gorî ku tê dîtin raqîbên Malmö gelekî zîrek in.

Tîma îtalî Juventus, ya hollandî Ajax û ya spanî Atletico Madrid ku tîmên binavûdeng in û xwediyê lîstikvanên gelekî baş in hin ji wan in ku dê li hemberî Malmö bilîzin.