Seroka ciwanên Demokratên Xirîstiyan siyaseta penaberiyê rexne dike

Divê em bi awayekî cidî nîqaş bikin ka Swêd dikare hê çiqas penaberên din werbigire. Ev gotinên seroka rêxistina ciwanan a Partiya Demokratên Xirîstiyan Sara Skyttedal in ku îro di rojnameya Dagens Nyheter de dinivîse.

Ew dibêje gelê Swêdê ji bo wergirtina penaberên ku ji şer û mercên xerab direvin gelekî pozîtîv e. Lê dîsa jî divê mirov eşkere bike ku di civaka swêdî de hin kêşe hene ku wergirina zêdetir penaberan zehmet dike. Ew bi van gotinan nebûna xaniyan û zehmetiyên ku koçber li Swêdê di bazara karî de rû bi rû dimînin îşaret dike.

Lê gelek kesên ji Partiya Demokratên Xirîstiyan weke Sara Skyttedal nafikirin. Yek ji van kesan seroka rêxistina ciwanan a partiyê ya berê Ella Bohlin e. Ew li ser Twitterê dibêje ev nivîsa herî xerab a ku min xwendiye bû. Ez şerm dikim. Gelo çi bi rêxistina ciwanan a min a berê hatiye.