Löfven xwest çi bêje?

5:28 min

Li hemberî tevlîbûna rêxistinên mîna Dewleta Islamî partiyên Swêdê li astengiyan digerin. Aliyên hikûmetê dixwazin kesên digihin tevgerên terorîst mîna sûcdar bêne dîtin. Lê Sosyaldemokrat dibêjin çûna şer ya bêyî destûra hikûmetê bila mîna sûc were hesibandin. Îcar gelo çi bi wan kurdên ku diçin dibine pêşmerge dê were?

Duh êvarê serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven bersiva pirsên rojnamevanên Televîzyona Swêdî SVT da. Pirseke ku gotûbêjeke germ li ser derket meseleya kurdên ku ji Swêdê diçine şerê li hemberî  rêxistina Dewleta Islamî, DAIŞê bû. 

Stefan Löfven got daxwaza NY ew e ku rê li ber çûna mirov û pereyan ya şer were girtin û lewra divê parleman û hikûmet biryarê bide bê kesek ji vira bikaribe biçe şer yan ew mîna sûc were dîtin. Yanî serokê Sosyaldemokratan dixwaze NY were wezîfedar kirin, piştre parleman yan hikûmet li ser şerekî/aloziyekê bişêwire bê kesên dilxwaz bila bikaribin herin piştgiriya aliyekî yan na.

Lê di şertên îro de biryareke NY wek nimûne li ser desteka ji bo Kurdistanê nedaye. Îcar gelo ev nayê wê maneyê ku daxwaza ku kurd jî weke sûcdar bêne dîtin. Rojnamevana Televîzyona Swêdî pirseke wiha kir:

– Lê Stefan Löfven, niha piraniya wan kurd gelek kes mirinê didine ber çavên xwe û diçin da ku li hemberî rêxistina terorîst têbikoşin. NY felcbûyî ye û ev însan amade ne herin parastina mexdûran û tu dixwazî vêya bikî sûc?

– Nexêr, ez dibêjim divê biryar ji aliyê hikûmet û parlemanê ve hatibe dayin.

– Lê di rewşa îro de biryareke hikûmet û parlemanê nîne.

– NY dibêje gereke rê li ber çûna xelkê ya şer were girtin, bi me ev prensîbekî baş e û em dixwazin ew were cîbicîkirin.

Vê gotûbêja germ nexasim di medyayên civakî de rê li ber reaksîyonên tund vekiriye. Gelek vê wiha fam dikin ku ew kesên diçine şerê li dijî DAIŞê dê mîna sûcdar werine hesibandin û ferq di navbera endamên tevgereke dijmirovahî û însanî de nayê kirin.

Lê li gor parlamentera Sosyaldemokratan Şadiye Heydarî tu sedema ku kurd jê bitirsin tune. Heydari dibêje ji xwe hîna pêşniyaz nehatiye qedimandin û wekî din jî ew bi taybetî ji bo kesên digihin rêxistinên terorîst e.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se