Metrolojî dê leztir hişyarîyê bide

Ji vir û pê ve dê şaredarî û meqamên fermî karibin bi rêya telefonên mobîl jî di rewşên aloz de, wekî lehîya ji ber barana zêde, xelkê hişyar bikin. Lê ji bo hişyarîya bi telefonên mobîl pêwîst e qanûna danûnstendinên elektronîkî bê guhertin. Barîna li Skåneyê serê vê sibê jî trafîka li herêmê duh û îro serûbin kiribû.

Duh zêdeyî 100 millimetre baran barî bû û di encam de 400 serîlêdanên alîkarîyê li cem SOS hatibû kirin. Li gelek rêyan lehî çê bûbû û hîna jî çend rêyên navbera Malmö û Ystadê girtî ne û îstîqameta trênan hatîye guhertin.

Piştî rewşa xerab ya hewayê ya vê havînê rexneyên giran li daîreya metrolojîyê SMHI tê girtin ku hîşyarîyên xwe dereng dide.

Cara dawî heta hîşyarîya herî nizim ya asta 1ê hat dayîn, dû saat berya wê baranek zêde li Malmö û li dora bajêr barî bû.

SMHI niha hewl dide sîstema xwe biguherîne û dereceyeke din ya hîşyarîyê berya asta 1ê li ser zêde bike.