Sîyasetvan bi DVD tên tehdît kirin

Di fîlmê de mirovên rûpêçandî tabelayên bi nivîsên wekî ”Em hêvîdar in gava diçî malê di rê de tiştek neyê serê te” rahiştine.

Vê bûharê fîlmek bi vî rengî rêkiribûn berdevkê sîyaseta derve yê Sosyaldemokratan Urban Ahlin û berya wî jî parlamenterekî Demokratên Swêdê.

Rêxistina îstixbaratê Säpo, li ser van tehdîtên tê bawerkirin otonomên çepgir şandine, lêkolînek dimeşîne.