Cezayên giran hatin pejirandin

Dadgeha îstînafê îro biryar da ku hukma dadgeha destpêkî ya di warê tora tawankarîyê ya li Södertäljeyê bipejirîne, radighîne ajansa nûçeyan TT. Bi vî re cezayê mûebet zîndan ji bo serkêşê çeteyê Bernard Khouri tê qebûlkirin û pê re her weha cezayê 16 kesên din jî wekî xwe dimîne.

Dadgeha îstinafê bi dadgeha destpêkî re hemfikir e ku li Södertäljeyê ji bo karên krîmînel û tewankarîyê torekî hebûye ku qûmara îllegal li darxistîye û bi zora çekan pare ji xelkê stendine û deyn berhev kirine.

Piştî alozîyek demdirêj di navbera dû çetayan de havîna 2009’an li Södertäljeyê zilamek hatibû kuştin. Salek paşê dû zilamên din jî hatibûn kuştin ku yek ji wan leyîstikvanê tîpa futbolê Assyriska bû.

Bi ya dadgehê serkêşê çeteya Södertäljeyê Bernard Khouri emrê van kuştinan daye.