Nêçîrvanekî hat kuştin

Nêçîrvanekî 35 salî serê vê sibê bêhemdî hat kuştin. Tevî ku her sal bi dehhezaran kes derdikevin nêçîrê ta ku birîndarbûn jî li Swêdê gelekî îstîsna ye.

Li Swêdê 300 hezar nêçîrvanên qeydkirî hene. Vana salê 26 roj diçin nêçîrê û salane derdora milyonek gule tê teqandin. Li gorî agahîyên dezgeha parastin û seferberîya civakî MSB her sal 500 qezayên nêçîrê pêk tên, lê kêm caran mirov tên kuştin.