Romsson bersiva pirsên guhdaran dide

Jêpirsîna serokên partiyan berdewam e û dor hatiye ser partiya Jîngehê û hevseroka partiya Åsa Romson ku bersiva pirsên guhdarên beşê pirzimanî yê radyoya Swêdê bide. 

Em bi pirsa Jean Bosco Nzubahas dest pê dikin, ya derbarê kar e. Ew dipirse gelo dê partiya Jîngehê çi bike da ku bêkarên biyanî hêsantir kar werbigirin? Ji ber wê gelek biyaniyên nû jî bêne Swêdê.

-Romsson bersiv dide û dibêje bi rêya ku em divê misogerbikin ku bêhtir kes kar werbigirin. Ne tenê yên penaxwaz lê yên din jî. Gelek hene ku ji ber sedemên cuda bêkar in, kare derbarê perwerdeyê be û hewildanên geşekirina bazara karî û pêşkêşkirina warê karî jî. Ev ne cara yekê ye ku em pêlên mezin yên penaberan di cîhanê de dibînin. 

Lê di halê hazir de em rewşa penaberan ya herî mezin ji dema şerê cîhanê yê duemîn de dibînin û ji bo Swêdê nemumkin e ku çavê xwe jê re bigire û xwe wekî beşekî ji vê rewşa gerdûnî ya global nebîne. Lê di heman demê de jî berpirsiyariyeke li ser asta ewrûpayî ya tê de hîna jî qedexe ye bo mirovên ji Sûrî ku daxwaza mafê penaberiyê bikin. Û derbarê çareserkirina pirsa karî Romsson wisa dibêje:

-Divê bêhtir giranî li ser warê perwerdeyê bên danîn, ciyên bêhtir di perwerdeyên bo mezinan de û sererastkirina noteyan bi leztir da ku bi leztir jî derbasî warê karê perwerdeya xwe bibin li Swêdê.

Pêwîst e jî ku Daîreya karî û şaredarî hevkariyeke baştir bikin, herweha li gel şirket û rêxistinên karîger yên karin penaberên nûhatî derbasî bazara karî bikin. Ne tenê penaber nûhatî lê biyaniyên berê, ciwan û bêkarên demdirêj li Swêdê.

Pirseke din ji Romson re ji aliyê guhdar Hassan Dina ve ye û derbarê siyaseta entegrasyonê ye. Wê çima siyaseta we ya entegrasyonê baştir biserkeve ji ya ku hikûmet îro birêve biriye?

-Em dixwazin berdewam bin bi karê kêmkirina cûdatîkirinê li Swêdê. Me bi zelalî diyar kiriye ku ji bo avakirina civateke bihêz divê em li dij hêzên cûdatîkirinê ku îro hene kar bikin.

Em zanin ku yên li kar digerin karin rastî cûdatîkirinê bibin ji ber wekî nhimûne navên xwe yan jî ji ber dirûv û şiklê xwe.

Ji ber vê yekê em dixwazin yasaya dîskrîmînasyonê ango cudatîkirinê xurtir bikin û bikin ku bêhtir kes bibin xwedan imkana danîna van mercan. Mijara internet û çavdêrîkriinê pirsa Edelberto Palomino ye. Dîrektîva hilanîna agahiyan derbasî yasaya swêdî bû di 2012 de. Û di nîsanê de ji aliyê dadgeha yekîtiya Ewrûpayê ve nedestûrî hate îlankirin, lê yasaya swêdî her nehate guherîn. Gelo hûn bi nêt in vê yasayê biguherin eger hûn piştî hilbijartinê bibin desthilat?

-Belê, pariya Jîngehê dixwaze vê yasayê biguhere û me di parlamanê de pêşniyaz kiriye û hewil daye ku bên guherîn piştî biryara dadgeha YE ku ev yasa li ser wê ava dibe.

Li gor nerîna Romson skandal û hetîketiyeke yasayî ye li Swêdê mesela inkarkirina ku yasaya swêdî întegrîteya şexsî binpê dike. Ev e ya dadgeha YE dibêje, ku hilanîna komeagahiyan bi midaxeleya întegrîteyê re nerêjedar e.