Çareyên cuda ji bo baştirkirina rewşa akademîsiyenên biyanî

Nirxandina bi lez ya notên zanîngehên derveyî welat û alîkariya baştir ji Daîreya Karî. Ev çend ji sozên partiyan e ber bi hilbijartinê ve ji bo alîkariya bêhtir akademîsiyenên li derveyî welat ji dayikbûne bikin da ku kar di warê perwerdeya xwe de werbigirin.

Lêkolîner Sara Lindberg ji yekîtiya sendîkeya aborînasên civakî dibêje, tên gotin ku şufêrên taksiyên Swêdê yên herî bêhtir xwedan perwerdeyên bilind in di temamê cîhanê de û ev yeka rast e:

-Ev gotin zêde rast e û ev bû ya hişt ez têkevim şokê de. Sara Lindberg dibêje, min got belkî tenê gotin bin lê dema min ji nêzîk ve lênerî diyar bû ku rast e û bi taybetî di nav akademîsiyenên mêr de asayî bû ku şufêrtê taxsiyan ne, şufêrê tirênan û karê paqijiyê jî dikin, lê akademîsiyenên jin bêhtir alîkarên hemşîreyan nin û karê paqijiyê dikin.

Wisa diyar e ku di warê ku bi giştî tê de bêkarî kêm e, nêzîka nîvî hejmara aborînasên li derveyî welat jidayikbûne kar di warê perwerdeya xwe de nakin. Di şûnê de karên sade û hêsan dikin yan yekcar kar nakin, li gor Sara Lindberg ku li bazara karî ji bo hemû aborînasên xwedan perwerdeyên ast bilind li Swêdê hûr neriye.

Heman meyl di piraniya warên karî de heye û di nav hemû partiyan de ev pirs tên şîrovekirin û wekî mixabinî û destbelabûn têne dîtin. Erik Ullenhag, ji partiya Gel ya lîberal wezîrê entegrasyonê ye:

-Me li Swêdê di demeke dirêj de guh nedaye jîrbûn û kompetensa ku heye. Ya em nuha dikin ew e ku em pirsa nirxandina notên perwerdeyên ji derveyî welat bihêz dikin, ango em wan werdigerînin sîstema swêdî.

Ullenhag dibêje pirsa herî mezin ew e ku em wekî xwedanên karî, hem di sektora giştî û di ya prîvat de, bi vî awayî baştir jîrbûn û kompetensa ji welatekî din hatiye, dibînin. Ullenhag berdewam dike û dibêje ku hem di dema wezîfeyê ya bë de jî em dê her giraniyê deynin ser bihêzkirina vî warî. Me îro ji bo doktoran, hemşîreyan û mamosteyan heye lê divê em berfirehtir bikin.

Ji ber em dibînin ku wergerandina notên biyanî bandoreke baş dike.

Ji bilî vê yekê ez dibînim ku em bi pêwîstiya reformên mezintir in ji aliyê fêrkirina zimanên swêdî ji bo biyaniyan jî, ya dê rêya derbasbûna perwerdeyên zanîngeha swêdî li ber akademîsiyenan kurtir bike.

Pirsa nirxandin û wergerandina not û perwerdeyên ji derveyî welat pirseke ku hemû partî behsa wê dikin û giraniyê datînin ser.

Yên bi karê nirxandin û wergerandina noteyan radibin hem encûmena zanîngeh û dibistanên bilind e û hem jî warên karî sîstemên xwe bi xwe hene.

Lê Sosyaldemokrat dixwazin vê pirsê bi pêşve bibin û ku hemû karê nirxandin û wergerandin notan di yek ciyî de bêne komkirin. Ylva Johansson, peyivdara pirsên siyaseta perwerdeyê ye di partiyê de:

-Em navendeke wergerandin û nirxandinê ya neteweyî dixwazin. Ev pêşniyaz ji berê de hebû lê hikûmeta nuha rakirin dema hatin ser hukim. Wekî din jî divê herkes alîkariyê ji Daîreya karî werbigire, ne tenê ew yên ji bazara karî dûr in.

Johansson dibêje îro li yê xwedan perwerdeyeke astbilind tên nerîn bi çavê ku divê ew xwe di bazara karî heq ji xwe derkeve û xwe xilas bike.Lê eger mirov kesekî nas neke û bê toreke peywendiyê be wê demê mirov dibe bi pêwîstiya Daîreya Karî û divê ew alîkarî karibe bêne pêşkêşkirin.

Pirsa cudatîkirinê ango dîskrîmînasyonê di bazara karî de astengiyeke berçav û zelal e li gor gelek partiyan . Wekî nimûne partiya Jîngê dixwaze rewşên cudatîkirinê bihêsantir derbasî dadgehê bibin.

Hem wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag jî pirsa cudatîkirina biyaniyan di bazara karî de wekî astengiyeke mezin û zelal dibîne.

Lê partiya Demokratên Swêdê li dij hemû kar û tedbîrên têne danîn ji bo grûpa biyaniyên nûhatine Swêdê. Wekî nimûne ew dixwazin wan karên ji alîkariya biyanên nûhatî ne rakin, yên bi navê instegsjobb. Di şûnê de partî dixwaze agahdarîya civakî ji bo biyaniyên nûhatî bihêz bike.

Paula Bieler, kandîda parlamanê ye ji partiya Demokratên Swêdê, SD:

-Daxwaz ji bo karmendên perwerde di bazara karî de heye. Li gor nerîna min me cudatîkirin, ango dîskrîmînasyona bihêz tune ye, lê ew e ku dudilî heye ji ber wan perwerdeya xwe wernegerandiye û mirov his dike ku mirov ciyê xwe di sîstemê de nabîne. Bieler dibêje ku mirov biyaniyek be di bazara kar ya swêdî de, bi xwe ne astengiyeke. Ji ber ew grûpeke mezin û têkel e û ji ber wê jî bi xwe ne astengî ye.