LÊKOLÎN

Ji kîjin partîyan re derî vekin?

Hikûmetê ji bo analîzkirina ka divê helwesta dibistanan ya li hemberî partîyên sîyasî çi bibe lêkolînek daye destêkirin.

Lêkolîner dê binirxîne ka gelo dê dibistan karibin li ser bingehên objektîf û berçav hejmara partîyên sîyasî ku têne serdana dibistanê bi sînor bikin, weke mînak şerta ku ew partî li parlamentoyê cîh digire bide pêş.

Mebesta lêkolînê ew e ku derfetê bidin şagirtên dibistanan da ew ji xebata raya gîştî ya sîyasî hayedar bin.

Wezareta perwerdekarîyê bi daxûyanîyek çapemenîyê radighîne ku lêkolîner Johan Hirschfeldt e, mişawirê berê yê hiqûqî yê hikûmetê û serokê berê yê Dadgeha îstînafê.

Di nava salê de gelek dibistanan nexwestibûn derîyên xwe ji partîyên dijbîyanîyan, nijatperest û nazîyan re vekin û ev bûbû sedema nîqaşan.