Kûjerê revîyayî hat girtin

Kûjerê revîyayî yê 34 salî yê ku polês ji bo girtina wî alarma netewî dabû li bajarê Malmöyê hat girtin. Kûjer roja yekşemê ji wargeha girtî ya lênêrîna psîkîatrîyê ya bajarê Kristinehamnê revîyabû. Zilamê 34 salî sala 2003’an li nêzî zarokxaneyekê li Arvikayê keçikek pênc salî kuştibû.

Polês her weha biryar jî dabû ku bi alarma netewî re wêneyeke mêrkûj jî belav bike.

Sedemê alarma netewî ew bû ku di ser reva zilamê mêrkûj de dû roj derbas bûbû.

Duh di derbarê zilam de lêgerîneke navnetewî hat beyan kirin.