Nexweşxane lawazîya dil kifş nakin

Hejmarek zêde mirovên ku cûreyeke nû ya lawazîya dil bi wan re heye ji alîyê dezgehên lênêrîna nexweşîyan ve nayên kifşkirin. Û heta niha tedawîyek ji bo wan tune ye.

Lê lêkolîneke nû ya ku swêdî serkêşîya wê dikin û li konferansa nexweşîyên dilan ya ewrûpî li Barcelonayê hat pêşkêş kirin nîşan dide ku heger di kêlîyeke mêj de teşxîs were kirin wê demê derfetên baş yên tedawîyê jî hene.

Lars Lund, serpizîşkê ku vê lêkolînê meşandîye dibêje lawazîya dil rewşeke gelekî cidî ye û bêtir li cem extîyar û jinan peyda dibe. Li cem nexweşan semptomên wekî westandin, bêhntengî û çaqên werimandî rû didin. Û dezgehên lênêrînê vê cûreyê lawazîya dil gelek caran nabînin.

Lê, Lars Lund dibêje ji bo vê cûre lawazîya dil îro dermanên şensê
jîyankirinê zêde dike hene, ku bi swêdî jê re dibêjin "betablockare".