KTH wek "peya" hat bikaranîn

Daîreya dewletî ya lêkolînên leşkerî ya Swêdê, FOI, mûzakereyên nehênî bi welatê Çînê re dimeşîne ji bo ku programeke kompûterî bifiroşe wê, ku dikare di bernama çekên atomî ya wî welatî de were bikar anîn. Vê aşkerekirinê bernama televîzyona Swêdê Uppdrag Granskning îşev diweşîne.

Û her wekî di avakirina nehênî ya fabrîka çekan li Erebîstana Sûûdî de, vê carê jî tê gotin meqamên swêdî sîstemeke parewan saz kirine. Ev car parevan KTH bûye.

Midûrê gîştî yê FOI Jan-Olof Lind dibêje vê projeya nehênî û hesas bar kirine Dibistana bilind a teknîkê ya Qralîyetê, KTH.  Û Lind ji Uppdrag Granskning re îtiraf dike ku sîparîşkarê lîsansa wê programa kompûterî Çîn bûye, heger wan bihêşta ku KTH biryarê bide.

Lê Jan-Olof Lind qebûl nake ku KTH weke parewan yanî ”peya” hatîye bikaranîn.

Navê programa kompûterî ya swêdî ”Edge” e û dikare ji bo çêkirina çekên komkûjîyê were bikaranîn. Program ji alîyê ordîya Swêdê ve hatîye pejirandin û li FOI tê pêşxistin. 

Lê ji alîyê xwe ve KTH dide zanîn ku hetanî niha wan tu lîsansek programê nedane Çînê yan jî welatekî din. Rektorê KTHyê Peter Gudmundsson ji televîzyona Swêdê, SVT, re dibêje wan parevanîya FOI nekirine. Tenê beşek biçûk ji vê programa kompûterî li cem wan tê pêşxistin û tu fonksîyonek vî beşî ya leşkerî nîn e.

Bernama Uppdrag Granskning ya vê êvarê tê weşandin her weha dide zanîn jî ku Çînîyan xwestibûn bernameyeke wekî ya swêdî ewil ji Almanyayê bikirin, lê belê Almanyayê firotina bernama xwe red kiribûn.

Ev 25 sal in ji alîyê Yekîtîya Ewrûpayê ve embargoyeke firotina çekan li ser Çînê heye. Ji ber vê yekê Partîya Kesk dê li cem komîsyona qanûna bingehîn ya parlamentoyê gilîyê hikûmetê bike. Berdevka partîyê Åsa Romsson dibêje ”bi hatina ser hikûm ya partiyên bûrjûwa re bazirganiya çekan ya Swêdê bi welatên dîktatûr re zêde bûye”.