Swêd gavekî din nêzî Natoyê dibe

Statûya Swêdê ya di danûstendinên bi Nato re tê pêşxistin. Li civîna bilind ya sibê ya li Gallera Brîtanyayê tê li darxistin dê Swêd bibe xwedî statûya nû ku jê re dibêjin ”derfetên pêşxistî yên hevkarîyê”.

Nato vê statûyê dide wan welatên hevkar yên ne endam in, lê ku wan herî nêzî xwe dibîne.

Statûya nû ji Swêdê re derîyê hekarîyeke ferehtir bi Natoyê re vedike. Bi taybetî jî di warê hevkarîya rêxistinên îstîxbarî de, tevlîbûna pîlansazîyên berya tetbîqatan de û cîhgirtina di tetbîqatên hêzên mudaxeleya lez de, radighîne çavkanîyek li biryargeha Natoyê ku rojnama Svenska Dagbladet li gel axivî ye.

Wezîra parastinê ya Swêdê, Karin Enström, duh bi şev ji ajansa nûçeyan TT re got ”Swêd dê hevkarîya xwe ya bi Natoyê re pêş bixe û baştir bike û vî tiştî komîsyona parastinê ya parlamentoyê jî dipejirîne”. Ev civîna bilind ya li Gallerê jî weke derfetekê dibîne ku Swêd şîrikatîya xwe ya bi Nato re bi pêş bixe.