Reaksîyona rêbernama kirîna seksê

Tevî ku li Swêdê kirîna xizmetên seksê bi qanûnan hatîye qedexekirin dîsa jî Federasyona wekhevîya cînsîyetî (RFSL) li ser malpera xwe rêbernameyek kirîna xizmetên seksê belav kir.

Polês rexneyên giran li federasyonê digire û dibêje ew rêbernameya ku weşandîye xelkê teşwîqê tewankarîyan dike.

Marie Näslund, memûrê polês li beşa bazirganîya bi mirovan li Stockholmê dibêje belavkirina rêbernameyê banga sûckirinê li xelkê dike, ji ber ku kirîna seksê sûc e.