Carl Bildt ji wezareta xwe ne hayedar bû

Wezîrê derve Carl Bildt bi berdewamî înkar dike ku haya wî ji avakiran fabrîka çekan li Erebîstana Sûûdî tunebû ye. Sala çûyî nûçeyên radyoyê Ekotê aşkera kiribû ku Swêd alîkarî dide pîlankirina avakirina fabrîkeyeke çekan li Sûudî Erebîstanê. Lê Carl Bildt gotibû ew tu car di warê vê projeyê de nehatîye agahdarkirin.

Dû hefte berê jî Ekotê ragihand ku sermayedarê mezin yê Swêdî Marcus Wallenberg dema hikûmet di warê avakirina fabrîkeya çekan de dûdil bûye, nameyek şandîye û gotîye berjewendîyên bazirganî yên swêdî di talûkê de ne û li ser vê nameyê hikûmetê jî helwest guherandîye û bi sisê biryarên nû talîmata alîkarîya avakirina fabrîka çekan daye.

Xebata herî mezin ji alîyê wezareta derve ve bi serkêşîya zilamê herî nêzîk yê Carl Bildt, sekreterê kabîneyê Frank Belfrage ve hatibû meşandin.

Lê Carl Bildt dibêje haya wî ji vî tiştî jî tunebû ye.