Polîsên biderewan hene

Hin sextekar bi derewan li ser navê polîs tevdigerin û hewl didin tiştên hêja nexasim yên kal û pîran ji wan bistînin.

Vê hişyariyê polîs ji bo Götaland, ango derdora Göteborg û ji bo Östergötland derdora Norrköpingê belav dike.

Polîs ji welatiyan dixwaze ew baş li nasnameya kesê îdia dike polîse binêrin, nivîsa li ser nasnameyê kontrol bikin û bibînin ku nasname di qalikekî taybet de ye.