Peydakirina kar ji bo akademîsyenên kokbiyanî dijwar e

Di bazara kar de her ku diçe ferqa navbera akademîsyenên ku li derveyî Swêdê ji dayik bûne û yên ku li Swêdê çêbûne meztir dibe. Raporeke yekîtiya akademîsyenan îro vê encamê pêşkêş dike.

Miaşê akademîsyenên ku li derve çêbûne kêmtir e, bêkariya di nav wan de bilindtir e û gelek caran şixulê ew dikin ne li gor asta xwendina wan e. Lêkolîna ku di nav aborîzan, hiqûqzan û civaknasan de hatiye kirin nîşan dide ku ferqa ku îro heye ji ya sala 2001ê meztir e.

Digel hewldanên hikûmetê yên taybet ji bo akademîsyenan jî tenê nîvê akademîsyenên ku li derve çêbûne li Swêdê karekî li gor asta perwerdeya xwe dikin.

Nûnerên Endustrî û Bazirganiya Swêdê (Svenskt Näringsliv) di gotareke DN de dibêjin gereke ji xeyrî Daîreya Karî meqamên din jî ji bo akademîsyenên ku li derve çêbûne di nav hewldanan de bin û bernameyeke neteweyî hebe. Seroka Jusekê Sofia Larsen jî bi vê nêrînê re ye:

– Hêj di gavên destpêkê yên perwerdeyê de em dixwazin hewldan bêne kirin. Wek din jî em dixwazin sîstemeke pejirandina neteweyî û perwerdeyên temamker li Swêdê hebin.