Fi benda hilbijartinê derbas dike

Lêkolîna raya giştî ya dawî ku Ipsosê ji Dagens Nyheterê re kiriye nîşan dide ku desteka ji bo partiya Înîsiyatîva Femînîst %4 e, ango ew benda hilbijartinê derbas dike.

Li gor vê lêkolînê piştgiriya ji bo Sosyaldemokratan, Partiya Jîngehê, Partiya Çep û Fi bi hev re ji %52 e û piştgiriya ji bo partiyên hevbend yên hikûmetê ji %37 e.