Li ber êrîşên înternetî dezgeh xwe baş naparêzin

Ewlekariya ragihandina ser înternetê ya gelek dezgehên swêdî lawaz e. Vê yekê raporeke nû ya Dezgeha Amadekarî û Parastina Civakî (MSB) destnîşan dike.

Bi mebesta parastina zanyariyên li cem meqamên fermî berya pênc salan hin qaîde hatibûne danîn. Dezgeha MSB jî vê biharê meyizandiye bê rayedar heta çi astê li gor qaîdeyan tevdigerin û kêmasiyên mezin dîtiye. Wek nimûne ji sê meqaman du pilaneke wan tune bê gava ceryan here ew divê çawa tevbigerin.

Rickard Oehme, ji MSB vê kêmasiyê mîna talûkeyeke cidî bi nav dike:

– Gereke dezgeh xwedî li berpirsiyartiya xwe derkevin. Divê vî karî bêhtir bi nîzam bikin û birêvebirên dezgehan vê weke pirseke stratejîk bigirine dest.