Piştgirîya endametîya Natoyê xurttir dibe

Bi civîna bilind ya Natoyê re ku îro li Galler a Brîtanyayê destpê dike lêkolînên raya gîştî nîşan didin ku piştgirîya swêdîyan ya ji bo endametîya di hevpeymanîya atlantîk de xûrttir bûye.

Lêkolîna ji alîyê şîrketa Sifo ve ji bo Televîzyona Swêdê hatîye çêkirin nîşan dide ku ji her sisê swêdîyan yek dixwaze welatê wan tevlî Natoyê bibe.

Sebebê vê jî krîza li Ukraynayê ya tê nîşan dan. Di heman demê de asta swêdîyên naxwazin tevlî Natoyê bibin jî ji sedî 50 yê şeş meh berê daketîye ji sedî 32î.

Lê alozîya navbera Ukrayna û Rûsyayê nêrîna li Natoyê bi temamî guherandîye. Li gorî lêkolîna Sifoyê ji sedî 61ê swêdîyan dixwazin ordîyê xurttir bikin û ji sedî 54 dixwazin pêkanîna leşkerîya mecbûrî ya gîştî bi paş ve bê.