Xizmeta FOI ya ji bo sazîyên derveyê welat nayê zanîn

Di nav pênc salên dawî de Enstîtûya Lêkolînî ya Parastina Gîştî FOI, li ser navê dezgehên fermî û şîrketên prîvat yên bîyanî bi 250 milyon kronî xebat meşandîye. Lê kes nizanê mûşterîyên wan kî ne.

 Û niha zext li ser vî dezgeha dewletî heye ku vekirî diyar bike ka mûşterî kî ne, radihîne rojnama Dagens Nyheterê.

Ji ber kêmbûna bûtçeya dewletî FOI gerek e ji sedî 80yî xebata xwe bi îhaleyên ji derve fînanse bike. Piranîya hatina enstîtûyê ji ordîya swêdî ye.Lê her weha salane bi qasî 50 milyon kronî jî FOI ji bo şirket û daîreyên ji derveyê welat re kar dike.

Û niha sîyasetvanên ji her dû bereyan daxwaz dikin ku kontrola li ser FOI were tund kirin.

Sedem jî ew aşkerakirina televîzyona Swêdê ye ku nîşan dide FOI bi dibistana KTH weke navbeynkar derketîye derveyê wê xeta swêdî ya di warê pirsên leşkerî de bi Çînê re hevkarîyê neke.