Wezîrên swêdî di piştgirîya penaberên kurd de

Wezîr û sîyasetmedarên navdar yên swêdî 7 îlonê roja yekşemê dê bi armanca piştgirîya penaberên ji hovîtîya Dewleta Îslamî Daişê revîyan e beşdarê kombûnek dibin.

Wezîr û sîyasetmedarên navdar yên swêdê 7 îlonê roja yekşemê dê bi armanca piştgirîya penaberên ji hovîtîya Dewleta Îslamî Daişê revîyan e beşdarê kombûnek dibin.

Çalakîya ku bi rêya Facebookê hatîye rêxistinkirin dê li seha futbolê ya li taxa Vårbergê ya Stockholmê li dar bikeve.

Di çalakîya ku  pişt nîvro destpê dike û heta êvarê berdewam e de Wezîra Yekîtîya Ewrûpayê Birgitta Olsson, Wezîra alîkarîya derveyê welat Hillevi Engström û Mona Sahlin a sosyaldemokrat û Fredrik Malm ê ji Partîya Gel tevlî dibin. Her weha artîstên wekî Soran Îsmaîl, Nejmedîn û Panetoz jî bernameyên çandî pêşkêş dikin.

Di vê çalakîyê de hem dê alîkarîya pareyan bê berhevkirin, lê li ser rûpela "Opinion Kurdistan" li ser facebook her weha tê gotin dê kinc û hacetên din jî ku weke alîkarî ji penaberan re were şandin werin berhevkirin, radighîne tora amadekarê çalakîyê ”Tillsammans för fred”.