Swêdê dîplomatê erîtrî kir derve

Swêdê emir daye sekreterê yekemîn li balyozxaneya Erîtrê ku welêt biterikîne. Tê bawer kirin wî dîplomatî li hember erîtrîyên li Swêdê xebata casûsîyê meşandîye.

Bi ya agahîyên ajansa nûçeyan TT dîplomatê erîtrî re 48 saat dem hat dayîn ku ji Swêdê biçe.

Şefê danûnstendinan li wezareta karê derve piştrast dike ku ji dîplomatek hatîye xwestin ku welêt biterikîne lê naxwaze mebesta vê biryarê aşkere bike.

Li gorî agahîyên TT sekreterê yekemîn di pratîkê de ew kes e ku xebata li balyozxanê ya rojane rêve dibe.

Ew bi organizekirina festval û civînên din tê nasîn ku bi armanca bervekirina pareyan ji bo rejima Erîtrê hatine li darxistin.

Gelek erîtrîyên li Swêdê dijîn dibêjin zext li ser wan tê kirin ku ji sedî didoyê hatina xwe ya salane weke bac û zekata sûrgûnê bidin rejimê, naxwe balyozxane nasname û pasaport nade wan û zilmê li ser xizmên wan yên li Erîtrê dibe.

Balyozxane her weha bi casûsîya li hemberî rexnegirên rejimê tê sûcdarkirin. Erître ji bo gelekan bi zindankirina rojnamevan Dawit Isak tê nasîn.