Sîyasetvana SD ya bi ala nazî namzetîyên xwe betal kirin

Catharina Strandqvist (SD) ya ku rojnama Expressenê wêneyeke wê ya bi ala nazîyan li qola wê pêçandî weşandibû xwe ji namzetîyan kişand.

Navenda partîya Demokratên Swêdê ragihand ku sîyasetvana wan Catharina Strandqvist di hilbijartinan de xwe ji namzetîya meclîsa şaredarîya Halmstadê û meclîsa wîlayeta Hallandê paş ve kişandîye.

Bi ya SD Catharina Strandqvist ne xwedî nêrînên tundetûj in û wêneya bi ala nazî li qola wê pêçandî bi henekî di şahîyekê de hatîye kişandin.

Her weha partî radighîne ku Strandqvist ji ber vê bûyerê gelekî xemgîn e û poşman e ku xwe xistîye rewşeke wisa.

Catharina Strandqvist duh êvarê dema ev wêne cara yekem ji alîyê kovara Expo ve hatibû belavkirin înkar kiribû ku wê ala nazîyan li qola xwe pêçandî ye.