Wêne: AP Photo / Andy Wong / TT

Biryara klîmat hat girtin

Serokwezîr Stefan Löfven ji biryara lihevhatina klîmatê razî ye. Şeva derbasbuyî serokên Yekitiya Ewropayê li ser vê yekî li hev katin.

Hemû bepirsiyarên hukumetên endamên Yekitiya Ewropa li ser vê yekê li hev hatin ku heta sala 2030î bermahiyên gaza gulxaneyan bikeve bin nivî sala 1990î.

Wê demê divê ji sedî 27ê ceyranê jî ji çavkaniyên wek av, ba û tînarojê were bidestxistin.

 -Löfven dibêje, welatên endam li ser pirsa klîmatê li hev hatine, wê herî kêm ji sedî 40 jibermahî werin kêmkirin. Ev yek tiştekî tarixî ye. Ev yek tê wateya ku ev helwesta ke ku ji bo welatê din jî derbas dibe. Ev yek ne tenê di peyvê de dimîne, wê têkeve meriyetê jî.

Seroka Komeleya Parastina Xwezayê Johanna Sandahl jî ji biryara hatiye girtin raziye û dibeje ku başe, serokên Yekitiya Ewropayê li ser pirsa klîmatê li hev hatine, bi taybet ji bo konferansa li parîs ku sala were li dardikeve. Ew tenê wê ev yek çiqas were kêmkirin neraziye.

-Mixabin ji sedî 40 ji bo parastina mirovan û xwezayê ya pêşerojê pir kême. Eger em bikaribin rê li ber guhertinên klîmatê di pêşerojê de bigrin, gerek ev yek ji sedî 40 gelek bilindtir buya.

Birya ku duh şevê hatiye girtin wê biryarek hevkar be ji gotubêjên pêşerojê yên yekitiya Ewropayê ya di derbarê klîmatê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".