Wêne: Claudio Bresciani/TT.

Lêgerîna Noqavê rawestiya

Ordiya parastina Swêd vê sibê lêgerîna keştiya bin avê a li derdorê Stockholmê da rawestandin.

Ev tê wateya piraniya keştiyên ku beşdarî lêgerînê bûne bi şunde vegeriyane, û ciyê xweyê ku lê amade ne rawestiyane.  Li wir niha tenê, li gor Ordiyê quwetek bicûk a sererdê bi erkên taybet mane.

Heta niha tu livek biyanî ya di bin avê de nehatiye ditîn. Ev yek ji aliyê fermandarê deryayî Anders Genstad ve di civînek çapamiyê de hat eşkere kirin.

Ev tê wateya ku, Ordiyê bi ewlehiya herî bilind nikaribûye tesbît bike ka hereket çawa din bin avê buye.

Lê yek tiştek eşkereye ew jî ewe ku em dizanin bê şik ev karekî keştiya bin avê bû ye.

Anders Grenstad got, mesrefa vê operasyona ku hatiye kirin nêzîkî 20 milyon kron buye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".