8 Mîljard ji bo penaberan

Ji butçeya alîkariya aborî ya Însanî a hukumetê ya 40 milyardî,  wê nêzîkî 8 mîlyard ji bo pêşwazîkirina penaberan were bikaranîn. Him partiya Jîngehê û him jî partiya Çep berê pir li hemberî ku pereyên alîkariya abori ya însanî ji bo penaberan were xerckirin bûn, lê niha her dû parti jî piştgirîya vê peşniyarê dikin.

Pernîlla Stålhammar a ji partiya Jîngehê berdevka siyasî ya alîkarîya abori ya însanî ye. Ew dibêje, me siyaseta xwe neguhertiye, em di vê de israr dikin lê niha di vê rewşa ku ewqas mirov li hemû cihanê koç dikin, û piraniya van jî tên li Swêd penaberiyê duxwazin tiştekî başe ku em jî bikaribin alîkariyê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".