Yek ji balafirên Saab ên şer -Gripen NG. Wêne: Stefan Kalm / TT.

SAABê û Brazîlyayê li hev kir

Komşîrketên Hêza Parastinê yên Saabê niha bi Brazîlyayê re ji bo parastina welêt peymana çêkirina 36 balafirên şer ên Gripen NG îmze kir. Ev sîparişa li gor daxuyaniya çapameniyê nêzîkî 39.3 mîlyard kron e.

-Em gelekî serbilindin ku di vê projeya grîng a Brazîlyayê de hevkarî dikin, dibêje Serokê Saabê Marcus Wallenberg.

Di çileya pêşîn a sala 2013an de Brazîlyayê biryar girt ku balafirên Gripen-NG wê bibin balafirên şer ên nu yên welêt. Piştî vê di navbera Saab û Birazîlyayê de barzarkirina vê yekê destpêkir û îro eşkere bû ku herdu aliyan li hev kirine.

Balafirên şer ên Gripen-NG yên yekem wê li derdora sala 2019an werin teslîm kirin.

Saabê û Wezareta Parastinê ya Brazîlyayê peymanek hevkariya sanayî jî îmze kiriye. Li gor Saabê ev tê wateya ku wê Swêd di 10 salande gelek alavên teknîkî bifroşe sanaya Brazîlyayê.

Lê ji bo peyman têkeve meriyetê ji Saab re destûra îracatê şert e. Şîrket îdda dike wê şertên pewist ên ji bo destûrê di nîv sala pêşiya me de bînin cîh.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".