Wêne: Fredrik Sandberg / SCANPIX / TT

Karmendên Îcrayê bi Rêveberên Şîrketên Îflaskirî re veduxun

Beşa Çavdêriyê ya Daîreya Fermî ya Îcrayê li Stockholmê gelek sale ji bo karmendên Daîreyên Fermî yê Dewletê û Rêveberên Şîrketên Îflaskirî konferans, xwarinên êvarê û vexwarina li barê ya bêsînor û li keştiyan şahî organîze kiriye.

Di rapora Rojanameya Dagens Nyheter a ku ev yek eşkere kiriye de tê nivîsandin ku di van seyhatan de gelek alkohol hatiye vexwarin.

Hiquknasên ku Rojnameya Dagens Nyheter pê re peyiviye dibêjin ku ev yek bertîlxwerî ye.

Karmendên Daîreya Fermî ya Îcrayê gerek dema şîrket diçin îflasê lêkolîn bikin. Û destûra daîreyê jî heye ku pere kêmtir bide anjî kar ji destê wan bigre eger rêveberên îflasê karê xwe rast bi cîh neynin.

Helene Sundén, Seroka giştî ya Enstîtuya li hember Bertîlan ji bernameya Radyoya Swêdê, Ekot re dibêje di vê rewşê de, ne konferans nejî zanyarî û tecrûbe bi hev guhertin pirsgirêke, yê pirsgirêk di dema xwarinan de hebûna alkoholê ye.

- Ev mirovana divê werin kontrol kirin û şopandin, mirov difikire gelo çiqas di cîh deye ku ev bi hev re şahî bikin û alkoholê vexun. Xeterî heye ku mirov vê yekî wekî ku li bêalibûna mirovan tesêrek xerab dike bibîne, ev yek bi tenê ji xwe pir şaş e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".