Wezîrê berê Anders Borg wê ji bo hikûmeta Fînlenda analîzeke aboriyê binivîse û raporeke pêşniyazan amade bike. Foto. TT

Siyasetvanên duh - bazirganên îro

Siyasetvanên berê çi karî dikin?
5:22 min

Hikûmeta Swêdê hate guhertin. Serokwezîr, wezîrên din yên cuda ku dewlet bi rê ve dibirin, gelek nûnerên parlemanê û sekreterên duh karê xwe radestî hikûmeteke nû kirine. Îcar gelo çi bi siyasetvanên berê tê? Ji bo siyasetvanên berê çi kar hene?

Fredrik Hillelson rêvebirê giştî yê şîrketa Novare ye. Novare bi taybetî ji siyasetvanên berê re li karan digere û Hillelson dibêje siyasetvanên berê li xwe naheyirin.

– Di van çar hilbijartinên dawî de ez li Novare berpirsê peydakirina karkeran im. Her ku diçe endustrî û bazirganî siyaasetvanên berê bêhtir dixwazin. Ji ber ku tişt bêhtir tevlîhev dibin. Peydakirina kar di beşên ticaret û sanayîyê de ji bo siyasetvanan her ku diçe hêsantir dibe.

Berê, dema mirov pîşeyek dixwend mirov piranî dima bi wê ve û tevahiya jîyana xwe karekî nêzîkê wê dikir. Lê di van dehsalên dawî de êdî ev tê guhertin. Gelek kes piştî çend salan kar û branşa xwe bi tevahî diguherin.

Belkî jî herî zêde di nav siyasetvanan de ev yek tê dîtin. Serokê Sosyaldemokratan yê berê Göran Persson deh salan serokwezîrtiya Swêdê kir û piştre çû di buroyeke reklaman de kar.

Wezîrê Persson yê aboriyê hingî Pär Nuder bû. Piştî hikûmeta hingî Nuder jî di şîrketan de dest bi kar kir û halê hazir ew di birêvebiriya hejmarek şîrketên sermayexternak de kar dike.

Li gor Hillelson gereke civak wan dev ji bendên ku siyasetvan tenha gereke mîna sîyasetvan bimîne berde.

– Eger em dênê xwe bidine mezinbûna siyasetvanan, ew di tevgerên gelî de mezin dibin û têkiliya gelek ji mişteriyên me bi tevgerên gelî re heye. Di gelek karên îro heyî de divê mirov şarezayê sîyasetê be, jê fam bike û ev qabiliyet li cem siyasetvanan heye. Divê em ji bîr nekin jî ku birêvebirina weke nimûne wezaretan û şîrketan pir dişibe hev. Bes di nav civakê de dîyardeyeke wiha heye ku sîyasetmedar heta heye divê siyasetê bike. Bi min gereke ev bend bîne şikandin. [barriär]

Piraniya siyasetmedaran xwedanê perwerdeyeke bilind in. Gelek ji wan di desteyên cuda yên siyasetê de biryarên li ser bi kar anîn û transferkirina mîlyonan didin. Hillelson ku gelek siyasetmedar nas kirine her wiha balê dikişîne ser taybetmendiya siyasetvanan jî û dibêje ew ji kîjan partiyê werin jî hemû siyasetvan karkerên jêhatî ne, ew adeta xwe bi kar re dikujin û kesên zîrek in.

Pêwendiyeke germ di navbera siyaset û aboriyê de heye. Bi taybetî biryarên siyasî tesîrên mezin li aboriyê dikin.

Lêkolîn nîşan didin ku niha derdorê 200 siyasetmedarên kevin di branşa reklaman de kar dikin û her ku diçe ev hejmar bilindtir dibe. Îcar gelo eger mirov di çarçoveya demokrasiyê de bifikire, çiqasî tiştekî exlaqî û durist e ku wek nimûne wezîrek biçe di şîrketeke bazirganiyê de kar bike?

Ma ev nayê wê maneyê ku ew dikare sirên siyasî di karekî bazirganiyê de bi kar bîne. Fredrik Hillelson:

– Rast e, ev pirsgirêkek e. Divê siyasetmedar yekser derbasî karên nû nebin ji ber ku zanyarî û sirên dewletê bi wan re ne. Û ev ji bo şîrketekê dikare pir balkêş be. Gereke were diyarkirin bê kesek piştî syasetê çiqasî divê neçe şîrketan. Yê ku zû derbasî şîrketan dibe rexneyê heq dike.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".