1 av 2
wêne: Katja Magnusson / Sveriges Radio
2 av 2
wêne: PYD

Gomana çekên kîmyayî li Kobanî

: Nûnerê PYD yê Ewrûpayê Hassan Mohammed Ali
6:58 min

Nûnerê PYD yê Ewrûpayê Hassan Mohammed Ali li derbarê gûmana ku rêxistina terorîst Daîşê li Kobanî çekên kîmyayî bikar anîye li Swêdê civînan li dar dixe û agahîyan belav dike. Hevkarê me Zana Schiroyi  çû dîtina wî.

Dema Hassan Mohammed Ali, nûnerê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li Ewrûpa re hevdîtin pêk tînim li ber destê wî Ipadek heye û di hundirê wê de hejmarek wêneyên laşê mirovekî yê postbûyî, sor bûyî û şewitandî nîşan dide. Nûnerê PYD Ali dibêje ew baş nizanin lê şik dikin ku Daîşê bombeyên fosforê bikar anîne. Dibêje wan mînak ji laşê birîndaran girtine û ji bo testê şandine Tirkiyê û niha li benda bersivekê ne.

Hassan Mohammed Ali dibêje Swêd û welatên cîhanê dikarin gelek tiştan bikin. Ji bo têkbirina Daîşê kurd ji bo welatên rojava muttefîkên baş in, lê divê êdê ew alîkarîya xwe zêde bikin û wan sîlehên giran yên pêwîst in bidin kurdan.

Bi ya Ali ji destê Daîşê her ti tişt tê. Sibê dikare her cûre sîlah li hemberî kurdan bikar bîne. Ji ber vê yekê gerek e a yekem Swêd û welatên ewrûpî li vir rê li ber xebata Daîşê bigirin û nehêlin ew şervan ji van welatan birêkin Sûrîye û Îraqê. Bi ya nûnerê PYD gerek e Swêd karibe di qada navnetewî de di warê pirsa kurdî de gelekî çalak be, hem li NY û hem jî li welatên Bakûrê Ewrûpayê.

Û tiştekî din jî ew e ku êdî rêxistinek weke Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteyên rêxistinên terorîst derxînin.

Zana Schiroyi 

zana.schiroyi@sverigesradio.se

Katja Magnusson, Ekot

katja.magnusson@sverigesradio.se 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".