Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji her derê cînahê piştgrîya Kobanê

Wêne: Zana Shciroyi, Sveriges Radio

Çalakiyên li hember êrîşên Daîş ên li ser Kobanê duh jî bi pêşengiya ciwanên kurd li bajarê Stockholmê berdewam kirin.

Duh li meydana Sergelstorg seat di 15:00 de çalakiya protestoyî ya li hember Daîşê ji aliyê  Rêxistinek ciwanên kurd ve hat lidarxistin.  

Bi hezaran kurd bi al û pankartên ku êrişên  Daîşê yên li hemberî kurdan şermezar dikin beşdar vê çalakiyê bûn.
Gelek siyasetmedar  û kesayetên naskirî yên kurd û swêdî yên wek, Lawen Redar, ji partiya sosyaldemokratan, Fredrik Malm ji Partiya Gel, Kurdo Baksî, Amineh Kakebave û nûnerên PYD jî amadebûn. Helbest hatin xwendin û stran hatin gotin. Ji komeleyên gelên suryanî jî duh li Kurdan piştgirî hat kirin.

19 ciwanên kurdên ku pêr ji bajarê Västeråsê bi armanca proteskokirina erişên li ser kobanê  dest bi meşê kirin jî duh xwe gihandin çalakiya li meydana Sergelstoriyê.

Helwestek mezin a seranserî ya  li hember êrîşên li ser kurdan jî alîyê kesên navdar û rêxistinên biyanî ve hat.  Di 1ê mijdarê de wê li seranserê cîhanê seat di 14an de çalakiyek protesyoyî were li darxistin.

Çalakî ji aliyê bi sedan kesayet û Rêxistinan ve tê organîzekirin.  Di nav kesên ku ji bo vê çalakiyê insiyatif girtine de Profesor Noam Chomski, xwediyê xelata nobelê ya Aştî hene û bi sedan nav û rêxistinên naskirî pêşengî yê dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".