Bildstorlek: 612 * 344

Dîsa rexne li Daîreya koçê tên kirin

Rexistinên Dilxwaz, Daîreya Koçê, Migrationsverket ji ber lêkolînên bi kêmasî tên çêkirin rexne dike. Li gor raporekê, jinên ku destdirêjî û şîddet li wan buye, yên ji ber fiûşê yan jî ji mijara namûsê zulim li wan hatibe kirin kesên ji daîreya Koçê ku di van mijaran de bê zanebûnin  li dosyayên wan dinêrin.

Yek ji wan 12 jinên ku di raporêde cih digrin, Sabîna ye. Ew buye qurbaniya firotina mirovan û piştre mecburî fiûşê hatiye kirin. Di wê demê de jî kurekî wê çêbuye.

Anita Dorazio yek ji wan kesên ku ev rapor amade kiriye ye. Ew dibêje pirsên pêwist nayên kirin, wê demê bersivên rast jî nayên wergirtin.

-Te çima ji welatê koç kir û çi bi serê zarokên te de hat.  

Hinek pirs gerek mirov zêdetir li ser kur bibûya. Wek tu çi difikîrî?

Di heman demê de nûnerên, Amnesty û Xaça Sor jî ji ekot re dibêjin ku gelek kêmasî di destgirtina van dosyayan de heye lê zahmete ku mirov bizanî bê ev çiqas belav e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".