Wêne: Henrik Montgomery/TT

Swêd Flistîn nasdike

Îro hukumeta Swêd wezareta der agahdar kir ku wê di demek kin de biryar bigrin ku Flistînê wek dewlet nasbikin. Ev yek Serokwezîr Stefan Löfven di civîna komîsyonê de got.

Lê opozîsyona liberal vê biryarê rexne dike û dibêje ku ev biryar li hember qaîdeyên Swêdê ye.

Serokwezîr Stefan Löfven, wekî opozisyonê nafikire û ew dibêje me tenê ji bo armanca xwe eşkere bikin ev daxuyanî daye. Hukumet dikare bêyî ku meclîs erê jî bike dewletekê nasbike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".