Wêne: AP

Destdirêjiya cinsî li 58 keçan

Tê gumankirin ku kesekî  23 salî yê ji herêma Stockholmê destdirêjiya cinsî li hember 58 keçan li ser Facebokê kiriye. Qurbaniyên keçên herî bicûk temenê wan 12 salî bûne, dema cara yekem vî kesî bi wan re têkilî daniye.

Rojnameya Expressen dinivîsîne ku kesê 23 salî dest daniye ser kontoyek facebookê û bi vî awayî bi van keçan re têkilî daniye.

Piraniya tawanan li ser Facebookê bûne, lê çend caran wî hinek ji kecikan ji nêzîk ve ditîne ê destdiriya cinsî li wan kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".