Andreas Carlgren (C), kärnkraftverket i Barsebäck, Åsa Romson (MP). Foto: TT

Wê dîsa dewlet mesrefê bide

Sanaiya Nukleer a Swêdê pewistnake hemû xercê bide eger qezayek rûbide. Wê biderdewamî dewlet vê mesrefê bide herçend berê 5 salan Wezîrê Jingehê yê wê demê Andreas Carlgren soz dabû ku wê di pêşerojê de şîrketâ nukleerê bi xwe mesrafa qeza û belayana bide.

Wezîra Jingehê ya nu, Åsa Romson jî soza vê yekê nade, ew dibêje ez xeynî tiştên ku di kaxizên me yên hevbeş de hatine nivîsandintiştekî din nabêjim. Hemû tişt li gor ku em berpirsiyariya tazmînatê bigrin hatiye eyarkirin. Lê ev yek çawa û ji alîyê kêve bi çi awayî dikeve meriyetê divê ez lê bipirsim.

Li gor biryara Yekitiya  Weropayê, divê şîrketa nukleerê  bi xwe sigortayek bi qasî 12 miljon kron bide, ji bo bikaribe mesrefa pêwist bike eger qezayek bibe. Lê ev biryar ji bo swêd ne mecburiye, ji bo ku welatê din yên endam biryara xwe dereg dane û hinekan jî hê nedane ev biryar sekiniye.

Dema Andreas Carlgren ev pêşniyara kir ku şîrket bi xwe xerca xwe bide, Hukumeta wê demê Alians li hember vê yekê derket û pêşniyar nehat pejirnadin. Åsa Romson jî dibêje ji xwe eger qezayek biqewime jî 12 miljon têr nakin.

Mesrefa qezaya  ku li Fukushimayê rû da nêzikî 1000 milyardî bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".